Qanûna Li Ber Fînansmaniya Terorê Li Dijî Civaka Sivîl E
Teşkîlata Dewletên Yekbûyî, bi îddîa miçiqandina çavkaniyên fînansamanên terora navnetewî, peymanek amade kiriye û mohrkirina vê peymanê, ji hemî mensûbên xwe re mecbûrî kiriye.
Teşkîlata Dewletên Yekbûyî, bi îddîa miçiqandina çavkaniyên fînansamanên terora navnetewî, peymanek amade kiriye û mohrkirina vê peymanê, ji hemî mensûbên xwe re mecbûrî kiriye.
Li Tirkiyê di çarçova vê peymanê de, pêşnûmayeke qanûnê ev serê du sala bû ku, di rojeva komîsyonê de tune bû. Di rojên borî de dewletên yekbûyî, Tirkiyeyê îqaz kir. Ji lew vê pêşnûma, ji komîsyona edaletê derbasî heyeta giştî ya îdara meclîsê bû.
Li gor peymanê, dewleta terorê Emrîka yan jî yekîtiya Ewrûpayê, kîjan teşekkul û grûb û tevger û camiayê terorîst îlan bikin, wê Tirkiye jî, wê terorîst qebûl bike. Eger pêşnûma li meclîsê bê qebûlkirin, hemî kes, saziyên sivîl, komel û şîrketên ku bi wê grûbê re tekildar be, wê têkeve lîsteya reş. Eger teleb bê kirin, wê malên van grûban, bê mehkemê bên desteserkirin. Wê der heqê van saziyên ku terorîst hatine îlankirin de, karibe doz bê vekirin û cezaya mensûbê rêxistinê li wan bê birîn.
Hêla xeter û talûke ya qanûnê ev e ku, saziyên alîkariyê eleqe dike. Lewra van saziyên alîkariyê yên sivîl, li gelek deverên dinyayê fealiyetan dikin. Welatên ku ji van saziyan nerihet bibin û wan têxin lîsteya terorê, wê dest bidin ser malên wan.
Mîsalen Hamas ji teref Emrîka ve ketibû lîsteya terorê. Eger vê pêşnûma li meclîsê bê qebûlkirin û bibe qanûn, wê karibin ji Tirkiyê bixwazin ku malên hemî saziyên sivîl û alîkariyê yên ku, alîkariya Hamas û Ğezzeyê kirine û dikin, desteser bike. Welhasil grûbên alîkariyê û hemî kesên ku li ber emperyalîzma Emrîka, Îsraîl û Yekîtiya Ewrûpa mucadele dikin, dibin hedefa vê peyman û qanûnê.
Parêzer Huseyîn Yilmaz îfade kir ku, bê qirara mehkemê, mudaxeleyên wiha wê gelek neheqiyan bi xwe re bîne.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.