Qaradawî Gazî Yekîtiyê Kir

Qaradawî Gazî Yekîtiyê Kir

Serokê yekîtiya alimên muslumanê cîhanê Yûsûf Qaradawî, li Dohaya paytexta Qatarê, di xutba înê ya li camiya Omerê Xettab de, li ser hadîseyên Misrê hemûyan gazî yekîtiyê kir.

 Serokê yekîtiya alimên muslumanê cîhanê Yûsûf Qaradawî, li Dohaya paytexta Qatarê, di xutba înê ya li camiya Omerê Xettab de, li ser hadîseyên Misrê hemûyan gazî  yekîtiyê kir. Qaradawî li ser salvegera şoreşa Misrê, xeber da û da zanîn ku beriya Misir bikeve, divê hemî Misrî bi baweriyên xwe û şopandina riya diyalogê bibin yek.

Qaradawî wiha got “Li vî welatî hinek kesên bimaske, agir bera her derê didin, wan dera xera dikin, li Misrê xerabiyê dixwazin, kes nizane ku ew kîn in, li Misrê hê hinek dilxwazin rejîma berê, şêlandina xwe dimeşînin.”

Di dewamiya xutba xwe de wiha diyar kir “Em bi peymana ku ji teref Ezherê ve hatiya amadekirin û hemî grûban îmze kiriye, kêfxweş bûn. Em hemî çalakiyên şîddetê û nerihetiyên ku li welêt diqewimin şermezar dikin.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.