Qatar dê ji Amerîka bi 12 milyar dolaran balafirê şer bistîne

Qatar dê ji Amerîka bi 12 milyar dolaran balafirê şer bistîne

Qatar bi hevpeymana ku bi Amerîka re îmze kiriye ew ê ji Amerîkayê di bihaya 12 milyar dolaran de balafirên şer ên F35 bistîne.

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Parastinê ya Qatarê ve hatiye dayîn de hat ragihandin bi hevpeymana ku bi Amerîka re hatiye îmzekirin ew ê Qatar ji Amerîkayê di bihaya 12 milyar dolaran de balafirên şer ên F35 bistîne.

Hat ragihandin Wezîrê Parastinê yê Qatarê  Xalid bîn Muhammed el-Atiye ji bo avêtina îmzê li Washingtonê bi  Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jîm Mattîs re hat bal hev.

Her wiha di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Parastinê yê Qatarê ve hatiye dayîn de hat ragihandin ew ê Qatar û Amerîka bi hev re tatbîqata hevpar bê kirin û ji bo vê yekê jî 2 keştiyên şer ên Amerîka  Hatina Bendera Navneteweyî ya Hamadê.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.