Qatar Piştî 3 Mehan, Dîsa Petrolê Neqlî Ğezeyê Dike

Qatar Piştî 3 Mehan, Dîsa Petrolê Neqlî Ğezeyê Dike

Qatar Piştî 3 Mehan, Dîsa Petrolê Neqlî Ğezeyê Dike

 Ev serê 3 mehan e ku petrol neqlî Ğezeyê nedihat kirin. Piştî ku îdara Misrê, emniyeta riya tankeran avakir, Qatarê dest bi neqliyata petrolê kir. Neqliyat di deriyê el Awce re tê kirin. Deriyê el Awce, li nîvgirava Sînayê di sînorê Misr û Îsraîlê de ye.

Hat gotin ku di hukmê hefteyekê de 17 tanker petrol neqlî Ğezzeyê kirine. Digel neqliyata petrolê, Qatarê li Ğezzeyê santraleke elektrîkê jî saz kiriye da ku pirsgirêkên elektrîkê hal bike.

Li aliyê din berdevkê serokcimhûrtiya Misrê Dr. Yasîr Elî da zanîn ku wê Misir Ğezzeyê bê alîkar nehêle. Îfade kir ji bo alîkariya li Ğezzeyê talîmata Muhammed Mûrsî heye.

Dr. Elî wiha diyar kir “Alîkariya Ğezzeyê wezîfa me ye. Ev alîkarî niha dewam dike, wê di pêş de jî bidome. Ev, şêl û tewra alema Îslamê ye. Ne mimkun e ku dewleta Misrê dev ji vê alîkariyê berde.” www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.