Qayûm tayînî Şaredariya Qoserê hat kirin

Qayûm tayînî Şaredariya Qoserê hat kirin

MÊRDÎN - Qayûm tayînî Şaredariya Qosera Mêrdînê hat kirin.

Hat ragihandin ji teref Walîtiya Mêrdînê ve Qeymeqam Ahmet Odabaş ji Şaredariya Qoserê re wek qayûm hat tayînkirin.

Piştî tayîna ku hat kirin re polêsan li hawirdorê tedbîrên ewlehiyê wergirtin û di şaredariyê de jî lêgerîn dest pê kirin.

Hat dîtin ji personelên ku xwestin têkevin şaredariyê re destûr nehat dayîn.

Her weke ku dê bê bîran Serokê Şaredariya Qoserê Îsmaîl Asi, Arîkara Serokê Şaredariyê Leyla Salman û Midûrê Karên Civak û Çand Salîh Kunday hatibûn girtin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.