Qazana kalorîferê ya mektebê teqiya: Miriyek û 6 birîndar

Qazana kalorîferê ya mektebê teqiya: Miriyek û 6 birîndar

Li Çaycumaya navçeya Zonguldakê di qazana kalorîferê ya mektebekê de teqîn çêbû, di encama teqînê de kesek jiyana xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Çaycumayê di qazana lîseyekê de teqîn çêbû, di encama teqînê de kesek jiyana xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di wextên şeveqê de di qazana kalorîferê ya Lîseya Teknîk û Endustrî Meslek a Çaycumayê de teqînek pêk hat. Di teqîna ku pêk hat de Selahattîn Koseyê xizmetkarê mektebê ye jiyana xwe ji dest da û 6 kesên di serwîsê de jî bi parçeyên avahiyê birîndar bûn. Hat dîtin ku ji ber tesîr û şiddeta teqînê de avahiya  daîreya qazanê bi temametî hilweşiyaye.

Piştî teqînê polês, ambûlans, îtfaiye û ekîbên AFADê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.(ÎLKHA)










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.