Qebheta Emrîka
Emrîka Bi Zalimê Qeddafî Re Îşkence Li Girtiyan Kiriye.
Teşkîlata şopandina heqen însanan beyan kir ku Emrîkda di dewra dîktator Qeddafî de, îşkence li muxalîfên Lîbyayê kirine û dûre jî teslîmî Qeddafî kirine.
Teşkîlatê, Emrîka sûcdar kir ku di dewra Qeddafî de muxalîfên Lîbyayê girtine, wan birine qempeke li Efğanê û li wir îşkence kiriye û dûre jî wan teslîmî rejîma Qeddafî kirine. Li gor beyana teşkîlatê, belgeyên ku van sûcan dide rastandin, di ofîsa şefê îstîxbaratê Mûsa Kûsa de, bi awayî ji bîr bûne hatine dîtin. Di belgeyan de eşkere dibe ku îstîxbarata Qeddafî bi CİAya Emrîka re û îstîxbarata Îngîlîz re û hinek welatên re xebitîne.
Teşkîlatê cîh da îfada 14 kesên ku ji grûba Mucadela Îslamî ya Lîbyayê ne. Van kesan didin zanîn ku Emrîka wan ji welatên derve mîna Morîtanya, Pakîstanê girtine. Di qempên li Efğanîstanê de li wan îşkence kirine û dûre jî wan teslîmî Qeddafî kirine. Teşkîlatê da zanîn ku eşkerebûna hadîseyên wiha, baweriya bi Emrîka nahêle.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.