Qebûlkirina Qudsa Rojhilat tê maneya qebûlkirina Rojavaya Qudsê wek paytexta îsraîl
Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu îlankirina Qudsa Rojhilat a wek paytexta Fîlîstînê ya ÎTTê nirxand ûdiyar kir qebûlkirina Qudsa Rojhilat tê maneya qebûlkirina Rojavaya Qudsê wek paytexta îsraîl.
Lijneya Îdareya Giştî ya Partîya Saadetê bi sernava çareserîya Meseleya Kurd li Diyarbekirê civîya. Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Temel Karamollaogluyê ku beşdarî civînê bû derbarê mijarên rojevê de nirxandinan kir.
“Weke ku îsraîl hinekî din meşrûtîyetê qezenc dike”
Karamollaoglu di bernameya ku beşdarî bû de qerara ku ji teref ÎÎtê ve derbarê Qudsê de hatiye dayîn nirxand û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di civîna ÎÎTê de di warê naskirina Qudsa Rojhilat a wek paytexta Fîlîstînê de gavek hat avêtin. Di vir de hewil hat dayîn bê nîşandan ev gava ku hatiye avêtin heta îro ne mimkûn bûn ku bê avêtin. îlankirina Qudsa Rojhilat a wek paytexta Fîlîstînê ya ÎTTê nirxand û diyar kir qebûlkirina Qudsa Rojhilat tê maneya qebûlkirina Rojavaya Qudsê wek paytexta îsraîl. Weke ku îsraîl hinekî din meşrûtîyetê qezenc dike.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.