Qedexeya Tesetturê Bi Beyanata Medyayî Hat Protesto Kirin
Wezareta tehsîla mîllî bi rêziknameyekê li mekteban sernixumandina qîzên xwendekar yesax kir.
Wezareta tehsîla mîllî bi rêziknameyekê li mekteban sernixumandina qîzên xwendekar yesax kir. Tenê di mektebên îmam xetîban de û di dersên Quran û siyerê de dikarin serê xwe bigrin. Li ber vê yesaxa partiya AKPê, li welêt tepkî roj bi roj tên nîşandan.
Do jî li Batmanê, platforma heq û azadiyan ya temsîlkara TESSEPê, bi beyanata medyayî, vê yesaxa AKPê şermezar kir. Di beyanatê de hat îfade kirin ku hikûmet guhnade hinek emrên Xweda û di seha azadiyan de neheqî li kesên dîndar dike.
Beyanat ji teref Davût Şahîn ve hat xwendin. Şahîn wiha got “Millet hêvî dikir ku wê partiya AKPê di nav civakê de edeb û exlaqê Îslamî belav bike, partiya AKPê jî carna îfade dikir ku wê nesla dîndar bigihîne. Lê mixabin hikûmet, bi rêziknama cil û bergê, millet bê hêviyê kiriye. Madem te karibû mesela tesetturê çareser bikira û te nekir, gelo tu bi vê nekirinê xizmeta kê dikî? Ma ne hewce ye ku tu guh bidî millet?”
Davût Şahîn di dawiya beyana xwe de wiha got “Platforma me ya heq û azadiyan, heta ku yesaxa tesetturê rabe, tesettur di her sehayê de serbest be, li mekteban dev ji perwerdehiya têkel bê berdan, wê tepkî û protestoyên me jî dewam bikin.”
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.