Qemyoneta ku karkeran vediguhast qulipî kendalê: 3 mirî

Qemyoneta ku karkeran vediguhast qulipî kendalê: 3 mirî

Li Îskenderûn'a Xetay'ê qemyoneta ku karkerên madena keviran vediguhast qulipî kendalê, di encama qulipînê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan.

Qeza, li cihê Saylak Tepeya Mehele ya Karayilan'ê pêk hat. Li gor agahiyên hat bidestxistin, qemyoneta ku karkerên kana keviran a ku li qûntara Çîyayên Gewr dixebitî vediguhast, ji ber baran û mija bi bandor ajokarê qemyonetê kontrola direksîyonê winda kir û qemyonet qulipî kendalê.

Di qezayê de heta niha 3 karker jiyana xwe ji dest dan. Li ser xeberdayînê cenderme, ekîbên tendirustîyê, AFAD, UMKE û îtafiyeyê hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Ekîban ragihandin ku F.H. (50), B.P. (45) û V.K. (51) jiyana xwe ji dest dan e. Cesedên karkeran ji teref ekîbên îtfaiye û AFAD'ê ji qemyonetê hatin derxistin û cesed karkeran pişt re jî hat rakirin morga nexweşxaneyê.

Di heqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.