Qendîla Regaîbê li welêt bi diayan hat îhyakirin

Qendîla Regaîbê li welêt bi diayan hat îhyakirin

Digel destpêka Sê Mehên pîroz doh êvarî li seranserê welêt Qendîla Regaîbê ji teref Mislimanan ve hat pîrozkirin û bi diayan hat îhyakirin.

Şeva Regaîbê ya ku şeva îna ewil a meha Recepa ku meha ewil a Sê Mehên pîroz e  him  li temamê erdigariya Îslamê û him jî li welêt bi îdrak û hişû hat pîrozkirin.

Di vê şeva mibarek a ku lê ef û mexfîret gelek zêde ye Misliman li bajarên bi navê Diyarbekir, Entab, Bidlîs, Êlih, Bûrsa û li bajarên din digel zarokên xwe berê xwe dan mizgeftan û wextê xwe bi kirina nimêjê, bi kirina diayan  û bi îstîxfaran borandin.(ÎLKHA)












































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.