Qeredaxî ji Misilmanên dinyayê re hişyarîya “tefrîqayê” da

Qeredaxî ji Misilmanên dinyayê re hişyarîya “tefrîqayê” da

Serokê Giştî yê Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê Prof. Dr. Elî Qeredaxî, îfade kir ku divê Misilmanan êdî tefrîqeyan bidin alîyekî û ji bo armanca xwe xizmetê bikin bibin yek û bi hev re xebatê bikin.

Qeredaxî, li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de ji Misilmanan re hişyarîyek û tewsîyeyan da.

Qeredaxî di daxuyanîya xwe de weha destnîşan kir, “Ey Zilam û Pîrekên Misilman yên di dinyayê de! Ji tefrîqaya ku di gotinên we de hene re bidîqet bin.”

“Ji bo destekdayîna ji Mezluman re li hêvîya fetwayê nayê sekinandin”

Qeredaxî weha got, “Roj, roja xizmeta ji doza me yê eslî re ye, roj roja yekîtî û bihevrebûnîyê ye, roj roja di warê alîkarîya ji bo Xezzeyê de çi ji destê me tê bi cîh anîtina wî ye. Li hember ehlê heq û Îlmê, bi dijminên doza we û mirovên ku ji dînê we ne re neyartîyê dikin re peymanên bidizî çênekin. Tu Misilmanekî mehkeme nekin, bileqs li hember dijminên Misilmanan gotinên xwe bikin yek. Ji bo destekdayîna ji Mezluman re li hêvîya fetwayê nayê sekinandin. Alîkarîya ji Misilmanan re li gorî qeweta wê ji Misilmanan re ferz e.”

Qeredaxî destnîşan kir ku semîmî bin û nekevin nav cudahîyê, gotinên yek û bi hev re wek gotinekî ku nayê mexlûbkirin e, “Encax dema ku Misilman belawela bibin, gotinên wan vegere, di navbera wan de cudahî derkeve holê, Îslam piranîya qewet, gotin û nifûza xwe wê winda bike. Di roja me de di warê gotin û çalakîyan de zêdegavî û radîkalî pir tê dîtin û ev jî di nav Misilmanan de dibe sedema tefrîqayê.”

Bal hat kişandin ku di vê dewra ku em tê de ne de ji alim û melayan re sûc têne îsnadkirin, bi vê şeklê ji xerabûna îmaja Îslam û Misilmanan re û ji parçebûna civaka Îslamê re rê vedibe:

“Divê ji îthemên ku li dijî alim û melayan têne kirin re mirov bidîqqet be, divê li gorî delîl û mantiqê lêgerîn bê kirin. Nîtekîm di warê bertek û îthem kirinê de ecele kirin ne caîz e.

Tu Misilmanekî nekin hedefa xwe, li dijî neyarên Misilmanan gotinên xwe bikin yek.

Darazandin û berteknîşandanên ecele ji Misilmanan re zerarê dide û ew ê yekîtîya Îslamê re zerarê bide. Heta ku hûn lêgerînekî baş li dar nexin û heta ku rastî neyên lêkolînkirin derheqê ti Misilmanekî de hikum nedin.

Parçebûna sîyasî û bêmusamahatîya sîyasî, ew ê Misilmanan ziîf bike û di warê pevçûnên navneteweyî û êrîşên li dijî derve werin de bibe wek qurbanan.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.