Qeşmertiya Bi Navê Laîktiyê
Li Zanîngeha Sutçu Îmam ya Mereşê, di merkeza Mehmet Akîf Ersoyê de di warê heqên sereke û qanûna esasî de konferansek hate lidarxistin.
Li Zanîngeha Sutçu Îmam ya Mereşê, di merkeza Mehmet Akîf Ersoyê de di warê heqên sereke û qanûna esasî de konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de serokê mehkema bilind ya qanûna esasiyê Haşîm Kiliç xeber da. Kiliç di peyva xwe da zanîn ku, li ser navê laîktiyê gelek qeşmerî pêk anîne.
Haşîm Kiliç di xeberdana xwe de îfade kir ku, di xebatên qanûna nû de azadiya îfade û baweriyê, şerefa însan derdikeve pêş. Haşîm Kiliç wiha xeber da “Ger hun maddeyên ku nayên guhertin dixwazin, şerefa însan e. Heger hun vê şerefê îhlal bikin, vê şerefê bi êşînin, ew çax însan ji însaniyetê derdikeve. Li vî welatî heta salên 2000î, qirarên girtina 25 partiyan hatine tesdîqkirin. Li vî welatî partiyeke siyasî ya ku ji sedî 47ê rayan girtiye, bi xeberên qezeteyan hat xwestin ku bê girtin. Em nikarin bibêjin, nikarin xeber bidin. Lê wê rojekê tarîx, tiştên di paş deriyan de qewimîne binivîsîne. Lê bila baweriya we pê hebe ku, ez bi peyvekê tenê dikarim îfade bikim. Ew jî zalimtî bû. Tiştekî din nin bû.”
Haşîm Kiliç di dewamiya xeberdana xwe de wiha got “Mensûbên artêş û ordiyê, ji ber ku nimêj dikirin, tevgerên wan bêdîsîplîntî hatin hesibandin û wan ji wezîfa wan dûrxistin. Li ser navê laîktiyê me çi qeşmertî pêk anîne.” BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.