Qessam xwedî li operasyona ku bi mirina 21 îşxalkeran encam bûbû derket

Qessam xwedî li operasyona ku bi mirina 21 îşxalkeran encam bûbû derket

Tûgayên Qessam derheqê operasyona ku rejîma îşxalker a sîyonîst bi fermî daxuyandibû ku 21 leşkerên wan miribûn de daxuyanîyek parve kir û xwedî li operasyonê derket.

Tûgayên Qessam di daxuyanîya ku belav kir de, diyar kir ku pêr di seatên 16.00an de mîcahîdan, li rojhilata Kampa Megazîyê operasyonekî li dar xistin û di wê operasyonê de serfiraz bûn.

Hûrgilîyên operasyonê di daxuyanîyê de weha hat qalkirin.

“Mîcahîdan, malekî ku hêzên endezyar yê sîyonîstan tê de bûn, bi roketên antî-personelan hedef girtin. Roketa ku hat avêtin li cebilxaneya îşxalkeran ket û teqînekî mezin pêk hat, di vê teqînê de cebilxaneya sîyonîstan jî teqîya û xanî bi temamî xera bû. Micahîdên me, tankekî ‘merkava’ yê ku ewlehîya îşxalkeran bi kar dianît jî bi fuzeyên Yasîn 105an hedef girt û îmhe kir.

Di heman demê de li dijî hêzên sîyonîst yên dinê jî herêmekî bi mayîn hat teqandin û ev teqîn, bû sedema mirin û birîndarbûna temamîyan.

Mîcahîdan, di encama van operasyonan de di nav ewlehîyê de ji baregehên xwe re vegerîyan.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.