Qetlîam û qirkirina li dijî Xezzeyê li Dîyarbekirê hat telînkirin

Qetlîam û qirkirina li dijî Xezzeyê li Dîyarbekirê hat telînkirin

Di daxuyanîya çapemenîyê a ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin de weha hat gotin, “Em bang li hemû mirovên ehlê wijdan dikin ku bila ji wehşet û qetlîama li Xezzeyê re bibêjin bisekine.

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Dîyarbekirê ji bona desteka ji operasyona ‘Tofana Eqsayê’ ku ji teref Tûgayên Îzzeddîn El Qessam ve hatibû destpêkirin û qetlîamên sîyonîstan telîn bikin daxuyanîyekî çapemenîyê hat lidarxistin.

Daxuyanîya çapemenîyê bi xwendina Quranê a ji teref Omer Akgul ve hat xwendin dest pê kir û ji teref endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Waîz Huseyîn Încî ve hat xwendin.

Încî ji axavtina xwe re bi Besmeleyê û bi ayeta “Wan kesên ku zilmê dikin di demeke kurt de bibînin ku wê bi aqûbetekî çawa re muamele bibin.” Dest pê kir û got, “Ji ebabilên vê dewrê ku bi ‘Tofana Eqsayê’ pozê sîyonîstên ku wek Ebreheyê ne bi erdê ve kaşkirin re silav be! Wan berxwedanê kir, xwe avêtin pêşî û nerevîyan!”

“Xelkê Fîlîstînê, îzzet û pîrozîyên ummetê diparêzin”

Încî, “Xûşk û birayên min ên biqîmet! Xezzeya ku nêzê esrekî ye di bin dorpêçekî bi şîddet de ye, ji 7ê Cotmehê vir ve li ber çavên dinyayê bi tevî pîrek, zarok, ciwan û îxtîyaran terkê mirinê hatîye kirin. Xezzeya ku di dîrokê de ji medenîyetên mezin re malvanîyê kirîye û gelek şexsîyetên mezin di nav xwe de perwerde kirîye, ji qetlîamê re dûçarî tê hiştin. Xelkê Xezzeyê ku dema ji mirîyên xwe re cîhekî ku wan defin bikin bibînin xwe bi şexs dibînin, di warê ev gotina ‘Em hemûyan di nav odeyekî de rakevin ger ku bimrin jî em bihevre bimirin’ de bûye bajarekî nomal. Sefgirtina li ber Xezzeyê a ji bo Misilmanan mesulîyetekî dîrokî û şerî ye.”

“Yek mesulîyetekî me yê Misilmanan jî boykot e”

Încî, “Yek mesulîyetekî me yê Misilmanan jî boykot e. Boykota li dijî malên îsraîla şebekeya terorê, piştgirîya ku di navbera Misilmanan de heye nîşan dide. Divê ev bi vê nerînê bê dîtin ku ji destekdayîna xelkê Fîlîstînê re rêyekî ye. Boykota ku em bikar bînin, tê vê meneyê ku em girêdaybûna xwe ya ji azadî û mafên xûşk û birayên xwe yên Fîlîstînê re ne îlan dikin. Em bîrva nekin ku bi gotina Quranê ‘di navbera însanan de qewmên ku li ser malên dinyayê herî zêde dilerizin Cihûyî ne.’ Ji ber vê yekê boykota aborî, wan aciz dike û di warê şikandina îradeya wan de jî çekekî gelek biqîmet e.”

“HAMAS hikûmeta sîyasîya meşrû û temsîlkarê Fîlîstînê ye”

Încî di berdewama axavtina xwe de weha got, “Îro roja bûyîna yek ummet û yek milletê ye. Divê welatên Misilman wek aborî û leşkerî li cem xûşk û birayên xwe bin. Em cardin ji li vê derê bang û îlan dikin ku em bi tevî canê xwe, malê xwe û xwîna xwe li cem xûşk û birayên xwe yên mezlum ên Fîlîstînê ne.”

“Meydanan vala nehêlin”

Încî di dawîya daxuyanîya çapemenîyê de çend meddeyan bang kir û weha got:

HAMAS hikûmeta sîyasîya meşrû û temsîlkarê Fîlîstînê ye. Tu muhîmtîya biryara Emrîqa û sîyonîstan a derheqê Xezzeyê de tuneye.
Lazim e ku bi lez û bez ji Xezzeyê re korîdora alîkarîya lezgîn bê çêkirin, Tirkîye jî ji vê karê re pêşevantîyê bike. Fîloyekî mezin divê bi rêya behrê birêkeve û bighêje Xezzeyê. Hemû ehlê wijdan û rehmê divê dawetî vê fîloyê bê kirin.
Baregehên Kurecûx û Încîrlîkê bên girtin herî kêm di dema van qetlîaman de fealîyetên wan ji bo bêdemî bên rawestandin.
Ji bo sîyonîstan barkirina zexîreyan a ji balafirgeh û benderên Tirkîyeyê re îzîn neyê dayîn.
Divê welatên Îslamê ji sîyonîstan re embargoyekî ciddî bidin destpêkirin.
Em bi vê wesîleyê hemû kesan dawetê sekinandina ev zilmê dikin û bang dikin ku xelkê Fîlîstînê ne tenê ye. Divê meydan vala neyên hiştin û ji berxwedana Fîlîstînê re bênavber alîkarîya meddî berdewam bike. Boykota li dijî malên sîyonîstan jî divê bênavber berdewam bike.”

Bername bi xwendina duayê a ji teref Mele Abdulhakîm Avutun ve hat xwendin dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.