Qetlîama Baniyasê

Qetlîama Baniyasê

Hêzên Beşar Esedê zalim û har, tu sînor û hiqûqê nasnakin. Di operasyonên xwe de mîna hov û cinawiran, êrîşî xelk û sivîlan dikin.

Hêzên Beşar Esedê zalim û har, tu sînor û hiqûqê nasnakin. Di operasyonên xwe de mîna hov û cinawiran, êrîşî xelk û sivîlan dikin. Li bajarê Baniyasê 72 kes, bi hovîtî û wehşiyane qetilkirin. Di nav wan de jin û gede jî hene. Li ser canê hinekan şopên şewatê hene. Bi dehan zarokên biçûk jî bûne qurban. Gelek azayên qurbanan hatine birîn û bi wî awayî hatine qedûmkirin. Di qeyd û dîmenên fotoğraf  û vîdeoyan de tê beyankirin ku, zêdetirî 250 sivîl hatine kuştin.

Kesên ku ji qetlîaman filitîne beyan dikin ku, çeteyên rejîma ordiya Esed, li kê rast bên, nabên jin û zarok in, biçûk û ixtiyar in, her kesî bi kêr û şewat û qedûmkirinê qetil dikin. Li Sûriyê xelkê mezlûm û sivîl, bedela nepêkanîna mesûliyeta cemiyeta cîhanê bi xwîn û kuştina xwe didin. Tenê ji meha çileyê vir ve 15 hezar însan hatine kuştin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.