Qetlîama Mavî Marmarayê

Qetlîama Mavî Marmarayê

Bi minasebeta salvegera qetlîama gemiya Mavî Marmarayê ya 3an, li tersana Camialtiya li Kasimpaşayê, bernameyek hat lidarxistin. Gemiya Mavî Marmarayê jî li vê tersanê ye.

Bi minasebeta salvegera qetlîama gemiya Mavî Marmarayê ya 3an, li tersana Camialtiya li Kasimpaşayê, bernameyek hat lidarxistin. Gemiya Mavî Marmarayê jî li vê tersanê ye.

Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Dûre belgefîlma Mavî Marmarayê, sînevîzyona mektûba Şêx Ehmed Yasîn hatin nîşandan û merş û stran hatin hunirandin.

Wezîrê edaletê yê Fîlîstînê Ataûllah Ebû Sîbah, di bernamê de xeber da û wiha got “Ez li Tirkiyê mihebbeta Fîlîstînê dibînim. Mavî Marmara jî bûye sembola vê mihebbetê.”

Serekê weqfa alîkariya însanî IHH Bulend Yildirim jî da zanîn ku, gemiya Mavî Marmarayê hatiye temîrkirin û ji rêwîtiyê re amade ye. Yildirim wiha got “Mavî Marmara ne di behrê de, di bejahiyê de dimeşe. Dora wê be, ew ê dîsa xwe berde behrê.”

Beşdarên fîloya azadiyê, malî û merivên şehîdan û gelek temsîlkarên saziyên civakî yên sivîl tevlî bernama bîranînê bûn. Bername pey merş û stranan bi xwendina duayê qediya.

Rejîma terorê siyonîst Îsraîl, di 31ê Gulana 2010an de, di behra sipî de, di nav ava navnetewî de girtibû ser gemiya Mavî Marmarayê ya ku alîkarî dibirin Ğezzeyê, di wê êrîşê de 9 musluman qetil kiribûn, gelek kes jî birîndar kiribûn. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.