Qetlî’ama Roboskî

Qetlî’ama Roboskî

Ayhan Sefer: Qerara Veşartî a Dozgeriyê Men’a Me Kir

Li gor tê zanîn di 28ê Kanûna sala 2011an de teyarên dewleta Tirkiyê bazirganên sînor bombebaran kiribûn. Di encama bombebarana teyarên dewletê de 34 gundiyên Roboskî ku bi piranî zarok bûn bi awaye kî xwînxwar hatibûn qetil kirin.

Salvegera Qetlî’ama Roboskî nêz dibe. Komîsyona Lêkolîna Heqqên Însanan a Meclîsê jî rapora xwe anî ber bi dawî kirinê ve..

Lê belê di vê heyamê de ji Serekê Komîsyonê di derbarê qerara dozgeriyê  a “divê bi dizî be” rexne hatin.

Serekê Komîsyonê Ayhan Sefer Ustun diyar kir ku: “Pey qerara  dozgeriyê a “divê veşartî bê hiştin” karên komîsyonê nîvî ma ne û hatina me’lûmatan di derbarê qetlî’amê de hindik bûne.”  .

Ustun beyan kir ku: “Heya qerara dozgeriyê tu mani’ li pêşiya me nînbûn lê belê pey qerarê me fêm kir ku êdî emê nikaribin bi pêştir herin û me dest bi nivîsandina raporê kir.

Komîsyon, dixwaze ku di salvegera Roboskî de rapora xwe biweşîne.

www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.