Qetlîama Zozanê Mîranê

Qetlîama Zozanê Mîranê

Di 18ê Temûza 1993an de, hinek kesên çekdar, grûbeke mîna PKKê, girtibûn ser 6 konên li zozanên Mîrana Miksê. Di qetlîamê de 16ê wan di bin 18 salî re, hemî jî jin û zarok 24 kes hatibûn qetilkirin.

Di 18ê Temûza 1993an de, hinek kesên çekdar, grûbeke mîna PKKê, girtibûn ser 6 konên li zozanên Mîrana Miksê. Di qetlîamê de 16ê wan di bin 18 salî re, hemî jî jin û zarok 24 kes hatibûn qetilkirin. 5 zarokên qetilkirî di bin 4 salî re bûn. Qetlîam bi navê Sundusê hatibû naskirin.

Di heqê qetlîamê de Serekê Mezlûm-Dera Wanê Yakûb Aslan, ji ajansa Îlkeyê re xeber da. Aslan da zanîn ku, eger ji bo qetlîamê heta 18ê Temûzê, tu doz neyê vekirin, wê ji bo hadîseyê demborî pêk bê. Her wiha îfade kir ku ji bo mexdûrên qetlîamê dozê vekin, bi hinekan re ketine têkiliyê. Yakûb Aslan wiha got “Eger di hukmê van 20-25 rojan de tu doz neyê vekirin, wê ev qetlîam mîna qetlîam û cînayetên di wê dewrê de hatine rastkirin bê veşartin û wê demborî pêk bê.”

Yakûb Aslan wiha dewam kir “Piştî qetlîamê sewcî neçûye devera hadîseyê. Tê gotin ku di wê dewrê de cînayetên JITEMê li herêmê dihatin rastkirin. Dîsa tê gotin ku Velî Kuçuk di wê dewrê de li Wanê qomandarê tabûrê bûye.”  BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.