Qetlîama Zozanê Mîranê

Qetlîama Zozanê Mîranê

Di 18ê Temûza 1993an de li zozanê Mîrana Muksa Wanê, grûbeke çekdar girtibûn ser ehlê konan

14ê wan zarok, 8ê wan jin û 2ê wan jî mêr, bi temamî 24 kes ji aliyê vê grûba çekdar ve hatibûn qetilkirin.

Ev hema 20 sal e ku bi ser qetlîamê ketiye. Lê heta niha li ser qetlîamê tu doz nehatine vekirin. Helbûkî hikûmet li ser darbeyan lêkolînê dike. Lê ji bo cînayet û qetlîamên sivîlan mîna qetlîamên zozanê Mîran û Başbağlarê tiştekî nake.

Mexdûrên qetlîama zozanê Mîranê, 20 sal e ku êş û birîna qetlîamê dikişînin. Lê ji bo sivîkkirina êş û birînên wan tiştek nayê kirin. Mexdûrên qetlîamê dixwazin di heqê hadîseyê doz bê vekirin û failên cînayetkar bên eşkerekirin û cezakirin.

Îro hinek kesên ji doza Ergenekonê tên mehkemekirin, di dewra vê qetlîamê de li herêmê desthilatdar bûn. Tê îfadekirin ku hinek kesên xerab û bi xwîna mezlûman ji xwe re hinek hisabên qirêj kirine. 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.