Qetlîamê Emrîka

Qetlîamê Emrîka

Emrîka ji 2004an vir ve, Talîban û El Qaîdeyê dike behane û hincet û bakurê rojavayê Pakîstanê, eyaleta Wezîristanê û sînorê Efğanistanê bi teyarên bêînsan bombebarandin dike.

Emrîka ji 2004an vir ve, Talîban û El Qaîdeyê dike behane û hincet û bakurê rojavayê Pakîstanê, eyaleta Wezîristanê û sînorê Efğanistanê bi teyarên bêînsan bombebarandin dike.

Teyarên Emrîka yên bêînsan, li Pakistanê dîsa êrîşî sivîlan kirin. Di qetlîamên teyarên Emrîka de 7 sivîl hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn. Hadîse li herêma Mîranşaha eşîran ya bakurê rojavayê Pakîstanê qewimî. Teyarên bêînsan fuze avêtin malekê. Ji malê heft kes hatin qetilkirin. Kesên birîndar rakirin nexweşxanan.

Tê gotin ku îdara Îslamabadê li ber qamûyê van êrîşan mîna îhlalkirina heqê serweriyê îfade dike, lê di pey deriyan de çavên xwe ji van êrîşan re digire. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.