Qetlî'amên Enfalê
Li Kurdistana başûr, ji serê 1986an heta Îlona 1988an ji teref rejîma Baas ya zalimê Seddam Huseyîn qetlîam û operasyon hatibûn lidarxistin.
Li Kurdistana başûr, ji serê 1986an heta Îlona 1988an ji teref rejîma Baas ya zalimê Seddam Huseyîn qetlîam û operasyon hatibûn lidarxistin. Qetlîama Helebçe jî di nav de, zêdetirî 180 hezar Kurd di vê operasyonên Enfalê de hatibûn qetilkirin. Li gelek welatan, bi hinek aktîvîteyan ev komkujî û qetlîamên Enfalê tên bibîranîn.
Di vê çarçovê de Partiya Doza Azad Huda Parê, mezlûm û mexdûrên van qetlîaman bi bîr anîn. Huda Parê di beyana xwe de îfade kir ku, rejîma zalima Seddam Huseyîn, heta sernuxana xwe ya di 2003an de, heqê jiyanê nedaye Kurdan.
Di beyana partiyê de wiha hat gotin “26 sal bi ser van qetlîaman ketine. Êrîşa ewil ya kîmyasalê di 16ê Nîsana 1987an de, li herêma Balîsanê pêk hatiye. Di 17ê Cotmeha 1987an de, herêmên çiyayî herêmên qedexe û yesax hatine îlankirin, Kurdên van herêman mecbûrî sirgûnê bûne. Jenosîd û komkujî heta dawiya 1989an dewam kirine. Kîmyasal Eliyê Hesenê Mecîd, di operasyonên xwe de, gundan bi zor dan valakirin, bi hezaran Kurd dan sirgûnkirin, bi hezaran jî dan qetilkirin, bi hezaran jî bi sîlehên kîmyasalê dan îmhakirin. Zêdetirî 180 hezar Kurd, di encama van operasyon û komkujiyan de hatin kuştin. Zêdetirî 100 hezar jinbî, bi 10 hezaran sêwî, nêzî 20 hezar kes jî winda bûn.”
Di dewamiya beyanê de wiha hat gotin “Îro li herêma Kurdistanê, ew roj bi huzn û ğemê tên bibîranîn. Di salvegera van qetlîamên Enfalê de em ji xelkê Kurd re sarxiyê, ji merivên meqtûlan re sebr û li ber zulmê bilindkirina alaya edaletê ji Xweda dixwazin.” bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.