Qeymeqam Safîturk hat definkirin

Qeymeqam Safîturk hat definkirin

Qeymeqam Muhammed Fatîh Safîturkê ku di encama êrîşa li Qeymeqamtiya Dêrika Çiyayê Maziya Mêrdîn hat kirin de jiyana xwe ji dest da hat definkirin.

Ji Qeymeqam Muhammed Fatîh Safîturkê ku di encama êrîşa li Qeymeqamtiya Dêrika Çiyayê Maziya Mêrdîn hat kirin de jiyana xwe ji dest da re merasîm hat tertîbkirin. Safîturk piştî merasîmê hat definkirin

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim, Wezîrê Karûbarên Hindir Suleyman Soylu, Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Faruk Ozlu, Orgeneralê Giştî yê Cendirmeyan Yaşar Guler, Waliyê Sakaryayê Avnî Coş, Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman û gel beşdarê merasîmê bûn.

Asim Safîturkê bavê Qeymeqam Muhammed Fatîh Safîturkî nimêja cinazê kir.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di merasîmê de axivî. Erdogan ragihand ku dê PKK bi van êrîşan tu tiştek bi dest nexe. Erdogan wiha destnîşan kir: “Dê em xwîna Muhammed Fatîhên xwe li erdê nehêlin. Bi îzna Xweda dê em koka wan biqelînin. Heke em koka van neqelînin dê em hesaba xwe çawa bidin.”

ÎLKHA















HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.