Qeyrana li Behra Reş a di navbera Rûsya û Îngîltereyê de zêde dibe

Qeyrana li Behra Reş a di navbera Rûsya û Îngîltereyê de zêde dibe

Hat ragihandin keştîya şer a Rûsyayê çend gule ji bo hişyarîya keştîya Îngîlîzan a di Behra Reş de berda.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin; ji bo hişyarîyê çar bombe hatine avêtin nêzî keştîya Îngîlîzan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, ji ber ku keştîya Îngîlîzan ketiye sehaya wan a behrê û guh nedaye hişyarîyan gule hatine berdan.

Îngîltere jî derbarê mijarê de destnîşan kir, keştîya wan di sehaya behrê ya Ukraynayê de hereket dikir û ji bo hişyarîyê gule nehatiye berdan.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler