Qeza Trafîkê
Qeza TrafîkêLi Çolîk Wesaît Gindirî Kendalê: 4 Mirî 8 Brîndar
Li Bîngolê qezayek dilsoj qewimî. di qezayê de 4 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.
Li gor xeberan hat gotin ku mînîbosek ji Bîngolê ber bi Kanîreşê ve diçe. Di rê de piştî ku tekerê wê diteqe, li dora gundê Elmaliyê digindire şerempolê. Di qezayê de, ajotvan û sê rêwî can didin. 8 kesê din jî birîndar dibin. Brîndaran radikin nexweşxana dewletê ya Bîngolê.
Hat diyar kirin ku ji birîndaran rewşa du kesan giran e, lê rewşa nexweşên din baş e.
Li aliyê din li Enqerê li navçeya Elmadağê jî, sê kesên ji bo hênkayiyê ketibûn goletê, tê de fetisîn. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.