Qezaya Weke Qetlî’amê
Otobuseke ku ji Stenbolê rêwî dibirin Mûşê, li Kayserîyê qeza kir
Otobuseke ku ji Stenbolê rêwî dibirin Mûşê, li Kayserîyê qeza kir. Di hadîseya fecî de 9ê wan zarok, 21 kesan can dan, 33 kes jî birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa 7 heban giran e.
Hadîse li Pinarbaşiya navçeya Kayseriyê, li ser rêbeja Pinarbaşi-Gurunê, di kîlomêtroya 35an de qewimî. Hat gotin ku otobusa rêwiyan, ji ber qeşaya rê û mija pir, qelibîye şarampolê û di encama qezayê de 21 kesan can dane. Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, qeza bi şev di saet 2 û nîvan de qewimîye.
Hat dîyarkirin ku li ser hadîseyê ji navçeya Pinarbaşîyê û ji merkeza bajêr, gelek ambûlans sewkî herêma qezayê bûn.
Xebatên tîmên cenderme, îtfaye û AFADê, yên ji bo xelaskirana kesên di otobusêde asê mabûn, heta destê sibehê dewam kir.
Li ser hedîseya qezayê, lêpirsîn hat despêkirin
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.