Qezayên Giran
Qezayên GiranLi Agirî 13 Li Kirikkale 6 Li Meksîka 26 Kes Di Qezan De Mirin
Li gor xeberan li Agirî mînîbosek û qamyonek li hev qelibîn. Di qezayê de 13 kes mirin 10 kes jî birîndar bûn. Mînîbosek din jî, ji Enqerê karker dibirin Karamana Kirşehîrê. Mînîbos, nêzî Kirikkale tekereke wê teqîya û qelibî. Di qezayê de ji maleke 5 kes û kesekî din yekun 6 kes mirin. 5 kes jî birîndar bûn.
Dîsa li Enqerê otobosek xisûsî xelkê ku rêwî dibirin, li cîwara Lalahanê ji kontrol û rê derket. Otobos di kendal werbû. Di qezayê 16 rêwî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxanên Enqerê.
Her wiha li bakurê Meksîka jî, otobosek ji pirê werbû. Qeza li eyaleta Nayarîtê qewimî. Di qezayê de 26 kes mirin, 18ê wan xeddar 27 kes jî birîndar bûn. Di nav birîndarê giran de 11 zarok jî hene. (Ferman Çiyayî/ Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.