Qezayên Trafîkê
Do di 10 kîlometreya rêya Gever û Wanê de, qezayek dilsoj qewimî. Hat gotin ku tirek di 10 kîlometreya nêzî navçeya Geverê de, fetlanekê pêkneaniye û ji ber zemîna şematokî li mînîbuseke ku rêwî dianîn diqelibe.
Do di 10 kîlometreya rêya Gever û Wanê de, qezayek dilsoj qewimî. Hat gotin ku tirek di 10 kîlometreya nêzî navçeya Geverê de, fetlanekê pêkneaniye û ji ber zemîna şematokî li mînîbuseke ku rêwî dianîn diqelibe. Di hadîseyê de ji eynî malbatê 4 kesan can dan, 10 heb jî brîndar bûn. Kesên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxanên Gever û Wanê. Hat îfade kirin ku ji malbata Onerê 13 kes, piştî ziyareta hepsiyan ya li Wanê, bi mînîbusa han vedigeriyan gundê Payêlayê.
Li aliyê din qemyoneke mermer barkirî, gava ku ji Hezexê ber bi Cizîrê ve diçe, li ser cada Hezexê firêna wê diteqe û 5 wesayîtan dide ber xwe. Wesayît dibin mîna xurde. Welatî û ekîbên îtfaiyeyê, ji bo rizgarkirina birîndaran seferber bûn. Di hadîseyê de 2 kesan can dan, 6 heb jî birîndar bûn. Welatiyan tepkî nîşan dan ku ekîbên îtfaiyê dereng hatine devera hadîseyê. Birîndar rakirin nexweşxanê. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.