Qirara Ergenekonê Di 5ê Tebaxê De

Qirara Ergenekonê Di 5ê Tebaxê De

Ji doza Ergenekonê 275 bersûcên ku di nav wan de sererkanê kevn Îlker Başbûğ jî heye, bi sûcên sazkirina orguta terorê û çêkirina plana darbeyê tên mehkemekirin.

Ji doza Ergenekonê 275 bersûcên ku di nav wan de sererkanê kevn Îlker Başbûğ jî heye, bi sûcên sazkirina orguta terorê û çêkirina plana darbeyê tên mehkemekirin.

Celseya 320î ya dozê, do li mehkema cezaya giran ya 13an ya Stenbolê hat lidarxistin. Serekê mehkemê beyan kir ku wê mazeretên kesên nehatine mehkemê neyên qebûlkirin. Dûre midafaa bersûcan yên dawîn hatin standin.

Serekê mehkemê da zanîn ku, ji bo dozê hikum bê dayîn, wê di 5ê Tebaxê de celse bê lidarxistin. Wekî tê zanîn ev 5 sal e ku, doz dewam dike. 66ê wan girtî 275 bersûc tên mehkemekirin.  BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.