Mamostê SIPYAGÎ

Mamostê SIPYAGÎ

Qiyama Şêx Se'îd Efendî (11)

Berdewamiya jêpirsîna Şêx Seîd Efendî...

- Mala Cemîl Paşa û Necîp Beg meyla wan çi bûn?

-Ez kesî nas nakim. Li gora ku min bihîstiye, dibêjin Nakîb Cemîl Paşa meyla wan li ser şerîetê ne. Dibêjin ew ê bi we re bin. Lê ez wî qet nas nakim.

-Gelo îstîxbarateke wisa girîng, nayê lêkolînkirin?

- Bi derewên bêhesab hat gotin. Nûçe hatin ku Mûş û Bedlîs hatine dagirkirin. Paşê derket holê ku derew e. Ne name û ne jî pêwendiya me hebû.

-Gelo dema ku tiştek tune be, ewqas rijandine xwîna ummeta Muhammed caîze?

-Jixwe bûye. Êrîşî Darahîniyê kiribûn.

-Serfermandarê hêzên ku êrîşî Elezîzê kirin kî bû?

- Wî Şêx Şerîf destnîşan kir. Ewe.

-Ew fermandarên we yên din kî bûn?

-Min eniya Gazikê da Şêx Şerîf. Min got hûn dikarin heta Paloyê herin. Min Şêx Abdullahê ji Melekan tayîn kir eniyên Gırvas û Mûşê. Min Şêx Hesen da eniya Kîxî. Şêx Hesen ne li vir e. Fermandarên me axa, muxtar û mensûbê ‘eşîran bûn. Artêşeke mina nîzamî tunebû.

-Armanca we ji girtina Amedê çi bû?

-Rizqê me, nisîbê me bi vî awayî hatibû. Piştî ku me Diyarbekir girt, em ê bi kesên navdar re hevdîtin bikira û bi hikûmetê re danûstandinan bikira.

-Gelo we çima berî serhildanê serî li hikûmetê neda!

-Wextê me tunebû.

-Ger hikûmetê daxwazên we qebûl bikira dê çi bibûya?

-Em ê ji gunehan rizgar bibûna. Em li malê rûdiniştin. Ger hikûmetê daxwazên me qebûl bikira, me dê daxwaza koçberiyê bikira. Heger izna koçkirinê nedaya, guneh ji me derdiket. Em ê rûniştana.

-Tu di yek ji herfên xwe de peyva 'fetih' bi kar tîne. M’ana vê çîye?

-Çi tê girtin, em jê re dibêjin fetih.

-Piştî fethê hûn ê mîrektiyeke serbixwe ya Kurdistanê ragihînin, ne wisa?

-Padîşahî ne niyeta me bû. Ev sepandina qaîdeyên Şerîetê bû. Ez ê ne serokatiyê qebûl bikim, ne jî bikaribim.

-Tu gotinê li vir dizanî?

-Ez wî nizanim. Nizanim kê nivîsandiye.

-Piştî Amedê ger hikûmetê teklîfên we qebûl nekiriba hûnê biçûya, ne wisa?

- Ez nefikirîm ku dê encam çi be. Piraniya parlamenteran olî ne. Me got dê daxwazên me qebûl bikin û medreseyan vekin.

- Ma we nedifikirî ku leşkerên Komara Tirkiyeyê, leşkerên Misilman me tine bikin? Çi vê hêzê dide we?

-Ti delîlên me tunebûn. Me nedifikirî ku ewqas leşker wê zû bişînin.

-Hingê we ew fêm kir, ne wisa?

-Belê, niha min fêm kir.

- Bingeha vê serhildanê çi ye?

-Ez heqê kê bidimê?

-Te berê li gor nameya ku te ji Licê re nivîsî fikirî.

- Ew nivîs ne ya min e. Îmze jî ne ya min e. Ev gotin ne ya min e.

- Te digot min biryara serhildanê da. Madem ku li vê herêmê kesek we nas nake, we çawa êrîşî Amedê kir? Ez texmîn dikim ku ev tiştên ku berê hatine fikirîn û biryardan în.

- Ew bûyer bûye. Ez pêşî li wir bûm. Qedera Allah te’ala çê bû. Ez tê de bûm. Ger tiştek fikirî, plankirî hebe, jixwe tê zanîn.

-Dema ku we serî hilda, we leşkerên Tirk wek leşkerên misilman an leşkerên kafir dît?

- Min xwe wek leşkerekî misilman dihesiband.

-Ma di Îslamê de ji we ‘alimtir kes tüne bû? Ger wusa be, çima tenê hûn difikirin?

-Helbet alim gelek in.

-Eger ev neyên kirin çima daxwaz nakin?

-Çuqas ehlê şerî’etê hebin, hemû daxwaza wê dikin. Lê ji mal û canê xwe ditirsin.

-Tu di nav wan de ê ‘alim û wêrektir tuyî?

-Ez ne yê herî zana me, lê yê ku xwe davê tehlûkê ez im...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.