Mamostê SIPYAGÎ

Mamostê SIPYAGÎ

Qiyama Şêx Se'îd Efendî (9)

Qeydên mehkemê, jêpirsîn yên Şêx Seîd Efendî

(Evan a qeydê fermî ne. Di belgeyên fermî de her tim guman heye. Lê feqet disa dikare ji me re hinkî ramanek ji bo bûyerê bide)

Hakimê kemalîst ji Şêx Seîd Efendî dipirse:

Hûn li ser tevgera serhildanê çawa difikirin? Ma îlham ji were hat?

-Haşa, îlham nehat. Min di kitêban de dît ku eger îmam ji şerîetê derkeve, îsyan ferz e. Me xwest pirsgirêka Şerîetê ji hikûmetê re vebêjin. Me dixwest bi kêmanî hinek ji wê pêk bînin. Qedera Allah Teala ez anîme vî karî. Ez carekê ketim nav wê û min nekarî derkevim derve.

- Te got eger îmam ji şerîetê derkeve, îsyan ferz e. Pêdiviya vê yekê tune?

-Ez şertê nizanim. Dibêjin Şer'an wacib e.

-Gelo Misilmanek li hember wê yekê îsyan dike ku ev rewş ji aliyê îmamê ve çêdibe?

- Mebesta min ne ev bû. Min got ger şertên şerî’etê pêk neyne.

- Wateya ku hûn rabûne ji ber ku ji şerîetê dûrketin heye. Armanca te çi bû?

-Pirtûk dibêje qiyam wacib e. Kitêb, kuştin, zînayê û vexwarina araqê qedexe dike. Em hemû misilman in. Di navbera tirk û kurdan de tu cudahî tunebû.

-Şêx Efendî, dev ji wana berdin. Bi taybetî sedema qiyamê bêjin.

-Li Pîranê bûyerek çêbû. Pevçûn derket. Ev jî ji min re hat gotin. Lêbelê, min sê caran ji serbaz rica kir. Zilaman li ser nikeha xwe sond xwarin in, min got israr neke. Paşê heşt ji wan berdan û du ji wan girtin. Dema bûyer derket ez ji gund derketim. Paşê gundî tevli hev bûn; Serhildanê dest pê kir. Min nikarîbû dîsa jê derkevim.

- Şêx Efendî, Berî ku tu were Pîranê, hûn ji ber pirsgirêka olî li ser serhildanê difikirin?

- Ez di dilê xwe de fikirîm. Lê ez difikirîm ku ne bi şer, bi nivîsandina belavokan û şandina wan ji meclîsê re wê qanûn li gorî şerîetê bên sererastkirin,

-Çima we nekir?

- Min fikirîn ku ez ê pêşî li ser vê mijarê lêkolînek zanistî bikim. Lê qederê ez birim Pîranê. Bûyera Pîranê derket; me nikarîbû pêşî bigirta.

-Ji ber ku şerîet pêk nehat we dest bi serhildanê kir, ne wisa?

- Min got ger îmam şerîetê tetbîq neke, li gorî şerîetê sedema îsyanê ye. Piştî ku serhildan çêbû, min got, qe nebe em ê gunehkar nebin.

- Te got Misliman birayên hev in. Gelo Misliman Misilmanan qetil bike caîze?

-Belê, ew birayên hev in. Ma qiyama li dijî îmam rê li ber şer ve nake? Pirtûk wiha dibêje.

-Madem misilman birayên hev in, we çawa ew ajotin ser hev?

- Ma yên ku Hz. ‘Elî bi wan re şer kiriye jî ne misilman bûn? Ew dîsa jî bira dimînin.

- Te got ku roja qiyamê ferz e. Dema kafir Qur'anê bin pê dike cîhad çi ye?

-Ew jî cîhad e. Belî (erê), ferz e.

- Dema ku Yewnanan welatê me dagir kirin, hûn bi wan 4 hezar kesên ku we civandin, li dijî wan ne meşiyan.

-Em wê demê pir perîşan bûn. Ger wextê me hebûya em ê nedisekinîn. Me xwest em beşdarî şerê Balkanan bibin, wan nexwestin. Di vî şerî de em penaber bûn, em feqîr bûn.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.