Qomandara Pydê Yê Helebê Hat Kuştin
Li Kurdîstana Sûriyê, şerê di navbera partiya yekîtiya Demokrata PKKê û artêş û ordiya azad a Sûriyê de dewam dike.
Li Kurdîstana Sûriyê, şerê di navbera partiya yekîtiya Demokrata PKKê û artêş û ordiya azad a Sûriyê de dewam dike. Şer çend roj berê dest pê kiribû. Digel xeberdanan jî di navbera wan de agirbestî pêk nayê.
Xeberan diyar kir ku Nûjen Dêrika qomandara yekîneyên parastina gel YPGya PKKê, ji teref çekdarên ordiya azad ve hatiye kuştin.
Di 26ê Cotmehê de li Helebê li mehela Eşrefiyê, çekdarên ordiya azad 13 kes kuştibûn, mîlîsên YPGê jî 19 mensûbên ordiya azad kuştibûn. Nûjen Dêrik, di 26ê Cotmehê de, ji aliyê komeke çekdar ve di dema cenaze teslîmkirinê de hatibû revandin. Hat gotin ku komeke çekdar yên mixalifên Suriyê, fermandara Yekîneyên Parastina gel (YPG) Nûjîn Dêrik înfaz kirine. Nûjîn Dêrik fermandara YPGê yê Helebê bû. Bi vê li Kurdistana Rojava, gengeşiyên di navbera ordiya azad a Suriyê û mîlîsên PKKê de derbasa qonaxeke nû bû. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.