Qomandariya Cendermê Hê Jî Xebatên Fîşkirina Kozmîkê Rast Dike

Qomandariya Cendermê Hê Jî Xebatên Fîşkirina Kozmîkê Rast Dike

Li gor agahiyan, qeyd û fîşkirinên dewra 28ê Sibatê dewam dike. Eskerî hê jî dev ji wan fîşkirinên xwe bernedaye.

Li gor agahiyan, qeyd û fîşkirinên dewra 28ê Sibatê dewam dike. Eskerî hê jî dev ji wan fîşkirinên xwe bernedaye.

Hat belgekirin ku xebatên fîşkirina Kozmîkê, bê navber dewam dike. Wekî tê zanîn ev xebata fîşkîrina kozmîkê, ya qomandariya giştîya cendermê ye ku, berî niha sererkan Necdet Ozel jî, serektiya vê qomandariyê kiribû.

Li gor vê xebata fîşkirina kozmîkê, hereketa Mîllî Goruşê, Cemaetan Nûrciyan, Telebên Suleyman Hîlmî Tûnahan Efendî, hemî terîqet, Cemaeta Îskenderpaşa, Cemaeta Erenkoy, Cemaeta Îsmaîlağa, Cemaeta terîqeta Menzîlê, Yazicî,  Okuyucu, Cemaeta Teblîğê, Terîqetên Qadirî, Neqşîbendî, Xaznewî, Halwetî, Rifaî û xelqeyên wanî sohbetan, weqif û gelek komelên Îslamî, di çarçova orgutên terorê de tên beyan kirin. Tê gotin ku eskeriye, grûb û hereketên çepgîr û sosyalîst jî, di çarçova terorê de beyan kiriye.

Li ser van fîşkirina hat îfade kirin ku eskeriya Tirkiye, hê jî xelkê ji xwe re dijmin dibîne, dev ji xebatên xwe yê îstîxbarata fîşkirina kesên dîndar bernedaye. Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.