Qoreya Bakur Tehdît Kir
Qoreya Bakur, Amerîka bi êrîşa Nukleerî tehdît kir.
Qoreya Bakur, Amerîka bi êrîşa Nukleerî tehdît kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Qoreya Bakur, beyan kir ku: “Wê Qoreya Bakur li hember êrîşkeran heqqê xwe yê êrîşa Nukleerê bikarbîne.”
Berdevk, Amerîka; bi cenga nukleerê a li hember Qoreyê sucdarkir.
Di derbarê mijarê de ji Amerîka jî beyanatek hat. Berdevkê Qesra Sipî Jay Carney, di beyanata da medyayê de go: “Wê Qoreya Bakur bi tehdît û tehrîkan tiştekî bidestnexe.”
Di hêla dî de tê gotin ku wê Konseya Ewlehiyê a Milletên Yekbûyî, di derbarê ambargoyên wê li Qoreyê bên tetbîq kirin raydanê bike.
Berî niha, 15 endamên, Konseya Ewlehiyê a Milletên Yekbûyî, Qoreya Bakur; ji ber ku bombeyê nukleer ceribandibû şermezar kiribûn. Van endaman beyan kiribûn ku îdara Prongyang sê qirarên Milletên Yekbûyî îhlal kiriye.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.