QRÎZA REHÎNEYAN
QRÎZA REHÎNEYANBerî niha li Sûriye hinek Lubnanî hatibûn revandin
QRÎZA REHÎNEYAN
LI LUBNANÊ ZÊDETIRÎ 20 KES REHÎN HATIN GIRTIN
Berî niha li Sûriye hinek Lubnanî hatibûn revandin. Îcar li Lubnanê, merivê wan kesên ku li Sûriye hatibûn revandin, zêdetirî 20 kesî rehîn girtin. Di nav wan de yekî Tirkiyeyî jî heye. Merivên ku van kesan rehîn girtine, tehdît kirin ku welatiyên Tirk, Qatar û Siûdî bila bitirsin.
Xeberan diyar kir li Lubnanê, malbata Mîqdad, ji ber ku merivê wan li Sûriye hatibûn revandin, wan jî li Lubnanê, zêdetirî 20 kesî rehîn girtin. Gelekê rehîneyan mensûbê ordiya azad in. Di nav wan de Tirkek jî heye. Aydin Tûfanê ku ji bo kar çûbû wir, ji firogehê hatiye revandin. Wezareta karên derve ya Tirkiye ji bo berdana wî, kete dewrê.
Li aliyê din ordiya azad diyar kir ku hinek rehînê Lubnanî, li navçeya Azezê, di bombardimana hêzên rejimê de hatine kuştin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.