“Qûds bo Mislimanan xeta sor e”

“Qûds bo Mislimanan xeta sor e”

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bang li Amerîka kir û çgot Qûds bo Mislimanan xeta sor e.

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partîyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna komî ya TBMMê de axavtinek kir.

Erdogan di axavtina ku di TBMMê kir de diyar kir Qûds xeta sor a Mislimanan e û destîşan kir ger Serokê Amerîka Donald Trump di warê Qûdsê de gav bavêje ew ê jî Lûtkeya Teşkîlata Hevkarîya Îslamê li Stenbolê bicivînin.

Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir Qûds bi Mislimanan xeta sor e û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew ê ev yek bibe sedem ku em pêwendîyên xwe yên dîplomatîk bi Îsraîlê qut bikin. Em ji vê derê Amerîka îqaz dikin. Hûn nikarin gavekî wisa bavêjin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.