Qurbanên Jenosîda Srebrenîtsa
Di Merasîma Jenosîdê De Cenazeyên 520 Qurbanan Hatin Definandin
Wekî tê zanîn 17 sal berê, di 11ê Temûza 1995an de, hêzên Sirpên hov û har, li Bosna-Hersekê li Srebrenîtsayê, qetlîamek jenosîdî rast kiribûn. Di qetlîamê de nêzî 10 hezar muslumanên Bosnayî hatibûn qetlîam kirin.
Di salvegera qetlîama Srebrenîtsa ya 17an de, dîsa hêstir û girîn hebû. Cesedên 520 qurbanên ku huviyeta wan berî niha hatibûn tesbît kirin, bi merasîm hatin definandin. Ji gelek welatan temsîlkar beşdarî merasîmê bûn. Ji Tirkiye jî alîkarê serokwezîr Bekîr Bozdağ tevlî merasîmê bû. Mezergehên qurbanên qetlîamê geriya û bi malbatên wan re dua kir.
Serokê belediya Srebrenîtsa û organîzatorê merasîmê Cemîl Dûrakovîç, di xeberdana xwe de wiha got “Sebebê civîna me ya li vir, baweriya me ya bi edalet û rastî ye. Srebrenîtsa kelha me ya dawîn e, devera ku emê qetî neterikînin.”
Serokê karên diyanetê yê Bosna-Hersekê Mustefa Cerîç, nimêja cenazeyên 520 qurbanan, da eda kirin û cenaze hatin definandin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.