Qurbanîyên di pevçûna Dîyarbekirê de mirin hatin definkirin

Qurbanîyên di pevçûna Dîyarbekirê de mirin hatin definkirin

Mirovên ku di pevçûna Bismila Dîyarbekirê de canê xwe ji dest dabûn hatin definkirin.

Li gundê Şidadêya Bismilê, di navbera malbatên Taş û Alyamaçê de ji ber lihevnekirina erd pevçûn derketibû.

Di pevçûnê de M.E.A., S.A., M.A., Y.A., Ö.A., O.T., S.T., H.T., M.C.T. canê xwe ji dest dabûn.

M.E.A., S.A., M.A., Y.A., Ö.A. li gundê Zêrîya Jor, O.T., S.T., H.T., M.C.T. jî li gundê Şidadê hatin definkirin.

Di pevçûnê de M.A. û A.A. jî birîndar bûbûn û tedawîya wan hêj didome û 5 şikdar jî hatin binçavkirin.

Ekîbên cendermeyê hêj li gund ewlehîyeke mezin girtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.