Qutan Peyivî
“Di Derbeya 28ê Sibatê De Desteka Tel Avîv Hebû.”
Komîsyona lêkolîna derbe û muxtireyan, der barê lêpirsîn û lêkolînê de serekê giştî yê kevn yê partiya Saadetê Recaî Qutan guhdarî kir. Qutan da zanîn ku bi giştî derbe li ber îktîdaran tê kirin û di derbeya 28ê Sibatê de desteka Tel Avîvê hebû.
Recaî Qutan agahî dan binkomîsyonê û wiha îfade kir “Di derbeya 28ê Sibatê de hem aliyê eskerî hem jî aliyê sivîl hene. Li gor derbeyên berê, bêtir hatibû plan û organîzekirin. Bêşek desteka hêzên ji Atlantîk wir de û Tel Avîvê jî hebû. Hinek aktorên dewra derbeyê ku îfade dan komîsyonê, îfadeyê wanên niha û tewrên wanên di dema derbeyê de tam ziddî hev in. Niha tev xwe li demokratîkê datînin.”
Recaî Qutan di dewama xeberdana xwe de wiha got “Artêş û ordî di hemî derbeyan de hebuye, lê îddîa ku derbe tenê ji teref cûntayan ve tên kirin ne rast e. Qetî hêzên ji hundir û derve yên ku destekê didin wan hene.”
www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.