Rabin Em Tev Bibin Yek/Helbesta Mela Mizgîn

Rabin Em Tev Bibin Yek/Helbesta Mela Mizgîn

Rabin em tev bibin yek pey de’wa van rehbera / Derê cîhadê vekin li xayîn û kafira / Îxtîlafa bavejin Xweda em kirne bira /Mizgîn de’wa me de’wa hukmê şerî’etê ye

De’wa Hîzbullah

 

Evê de’wa Hîzbullah a tevê ummetê ye

Ne de’wa mezhebekî û qewmekî tenê ye

Ne li buq’ekî erdê belkî li ‘alemê tev

De’wa me de’w û doza hukmê şerî’etê ye

 

Bira kî vê naxwaze em şaş ji hev fêm nekin

Milê xwe em bidin hev dila li hevdû vekin

Bira kafir bibînin em musluman tev yek in

De’wa me de’w û doza hukmê şerî’etê ye

 

Çi Şafi’î, Henîfî, Qadirî, Neqşebendî

Çi Medresa Nûrî be Rufa’î, Suhrewerdî

Em tev birayê hev in ji cuhlê bû ne bendî

De’wa me de’w û doza hukmê şerî’etê ye

 

Çima qanûnê kufrê hakim be-l dewleta me

Bira ma qey tunîne hukmê şerî’eta me

Bi vê esîr kirin em bela bû quwweta me

De’wa me de’w û doza hukmê şerî’etê ye

 

Ger Şahê Neqşebendî û Ğewsê ‘Ebdêqadir

Sağ bûna qîm netanîn yek roj bi hukmê kafir

Ji bo şer’ê ‘umur dan ji ewwel heta axir

De’wa me de’w û doza hukmê şerî’etê ye

 

Rabin em tev bibin yek pey de’wa van rehbera

Derê cîhadê vekin li xayîn û kafira

Îxtîlafa bavejin Xweda em kirne bira

Mizgîn de’wa me de’wa hukmê şerî’etê ye

BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.