Rageşiya Barzanî Û Mûslîm
Rageşiya di navbera îdara herêma Kurdistanê û grûba PYD ya rojavayê de dewam dike
Rageşiya di navbera îdara herêma Kurdistanê û grûba PYD ya rojavayê de dewam dike. Berî niha li ser girtina deriyên sînor, serokê PYD ya dirêjiya PKKê Salih Mûslîm wiha beyan kiribû: “Kesên deriyên sînor digrin, ji wan heye ku wê me terbiye bikin. Lê bila vêya zanibin ku em ê wan terbiye bikin.”
Îdara herêma Kurdistanê jî, li ser van gotinan beyanateke nivîskî weşand û cewab da gotinên Salih Mûslîm. Di beyanatê de wiha hat diyarkirin: “Bila PYD ewilî xwe ji sûcên ku li ber xelkê Kurd kirine paqij bike û terbiye bike.
Dûre behsa terbiyekirina başûrê Kurdistanê bike. PYD bi tevgerên xwe xizmeta rejîma Beas dike. Muslîm di gotinên xwe yên dawîn de tiştên nexweş diyar kirin. Ev îşaret dike ku Mûslîm eşkere ketiye xizmeta rejîma Sûriyê.”
Li aliyê din hat gotin ku Salih Mûslîmê ku ji ber îdara herêma Kurdistanê destûr nedabû, nikaribû derbasî herêmê bibe, di deriyê Rabîayê ya sînor re derbasî Beğdayê bûye û ji wir bi teyarê çûye Ewrûpayê.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.