Rageşiya Barzanî û PYD
Îdara herêma Kurdistanê, ji tewr û helwestên PKK û PYDê aciz e.
Îdara herêma Kurdistanê, ji tewr û helwestên PKK û PYDê aciz e. Tê îfadekirin ku, PYDa PKKê ji ber li rexê sînorê Tirkiyê hinek dever xistine bin kontrola xwe, îdara herêma Kurdistanê, deriyê ku bi hêla herêma Kurdan ya li Sûriyê ve vedibe girtiye û hêzên pêşmerge sewkî herêmê kirine. Hêzên çekdar yên pêşmerge li sînorê Sûriyê bi cî bûne.
Hat gotin ku ji ber zordayînên Barzanî, PYDê 74 endamên El-Partiya ku nêzî Barzanî ye, berdan e. Lê belê li sînor hê jî rageşî dewam dike. Hefta borî di navbera PYD û El-Partî de niqaş û rageşî qewimîbû. 74 endamên el Partiyê, gava ji herêma Kurdistanê derbasî Sûriyê bûbûn, ji teref PYDê ve hatibûn desteserkirin.
Tê gotin ku zorbatiya PYDê li herêma Sûriyê dewam bike, dibe ku li wê herêmê ambargo bê dayîn. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.