Raîd Salah: “Divê Em Qûdsê Fetih Bikin"
Serekê hereketa Îslamî ya Fîlîstîna 1948 Şêx Raîd Salah, beşdarî programa ya di merkeza Eyûb Fesxane ya Kulturî ya bi navê “Mîrasa me di talûkê de ye.” bû.
Serekê hereketa Îslamî ya Fîlîstîna 1948 Şêx Raîd Salah, beşdarî programa ya di merkeza Eyûb Fesxane ya Kulturî ya bi navê “Mîrasa me di talûkê de ye.” bû. Mihefizê Qudsê Şêx Raîd Salah, di bernamê de xeber da. Di heqê siyonîst Îsraîl de beyanên balkêş kirin.
Şêx Salah wiha xeber da “Ey Îsraîlê îşgalker! Eger tu di xerakirina Mescîda Eqsayê de, ecele bikî, bi îzna Xwedê tê di xerakirina xwe de ecele kiribî. 46 sal piştî îşgal û dagiriya Fîlîstînê ya ji teref Îsraîlê ve, em dîsa eynî peyvê dibêjin: “Ey Îsraîl! Tu îşgalker î. Tu bêqanûn î. Tu zalim î. Tu mehkûmî zewal û tunebûniyê yî. Dibe tu xwedî sîleh û heps û ordiyê be, lê belê her sala ku derbas dibe di aleyhê te de ye, umrê te kin dike. Eger tu li Ğezzeyê li Şerîa Rojavayê xwîna me birjînî, wê ev xwîn bibe behr û te di xwe de bifetsîne.”
Şêx Raîd Salah der heqê tarîxa Qudsê de jî wiha got “Ji bo wefadariya ji Hz Omer û Selaheddîn Eyyûbî re, divê em Qûdsê dîsa fetih bikin.”
Her wiha Şêx Salah, malavahiya kesên ku destek dane gemiya Mavî Marmarayê kir û wiha diyar kir “Ji sipî û zenciyan, ji rojhilat û rojavayiyan kesên ji ummeta Îslamê derketiye rê, emê bidin pey wî bi şerta ku qomandariya wî, me bighîne Qûdsê.” Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.