Ramanli: Ji îro pê ve ez dikarim mizgînîya dewrekî nû bidim

Ramanli: Ji îro pê ve ez dikarim mizgînîya dewrekî nû bidim

Parlamenter û namzedê Serokê Şaredarîya Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli weha got, “Em bi xeyret û xebatên xwe, hêvîyên xelkê xwe yên ku ji me re nîşan dane dît û me rayên xwe zêde kir.”

Namzedê Serokê Şaredarîyê û Palamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, piştî hilbijartinê di Dadgeha Êlihê de hilbijartinê nirxand.

Ramanli ku li dadgehê jimartina rayan û xebatan di nêz de şopand weha got, “Emê tu dem pertîyekî ku ji hilbijartinê heta hilbijartinê têne nav xelkê xwe nebin. Me piştî 14ê Gulanê bi rastî vê tiştê îspat kir. Lê wisa xanê dike ku divê em zêdetir bixebitin. Di sala 2018an de raya HUDA PARa me li Êlihê derdora 5an bû. Li gorî encamên îro me rayên xwe sê qet zêde kirîye. Yanê pileya me ji sedî 15an derbas kirîye.”

“Em partîya duyemîn a Êlihê ne”

Ramanli di berdewama daxuyanîya xwe de weha got, “Wisa xanê dike ku em li Êlihê partîya duyemîn in. Û ev tişt ne serfirazîyekî ku bi rehetî bê bidestxistin e. Ez dikarim mizgînîyê bidim ku ji îro pê ve pêvajoyekî nû dest pê kirîye.”

“Reqîbên me mewzîyan winda dikin lê em bilind dibin”

Ramanli destnîşan kir ku ew li Êlihê li gorî hilbijartinên berê rayên xwe zêde kirine, “Reqîbên me rayên xwe winda dikin, reqîbên me dema ku rayên xwe winda dikin, reqîbên me dema ku mewzîyan winda dikin em bilind dibin. Bi rastî, ev serfirazîyekî ku li çar alîyê Tirkîyeyê bê dîtin e. Ez wisa bawer dikim ku di demeke nêz yê ku ne dûr e de însanên me dema ku HUDA PARê nas bikin, dema ku gotinên me û hereketên me bibînin wek hev in ew ê teweccûhên xwe zêde bikin.”

(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.