Rapora Doza 28ê Sibatê

Rapora Doza 28ê Sibatê

Mgk Îrtîcayê Talûka Ewil Dîtiye.

 Komîsyona jêr ya lêgerîn û lêpirsîna darbe û mûxtirayan, der barê darbeya 28ê Sibatê de rapora xwe amade kir. Komîsyonê bi pirranî li serekwezîra kevn Tansû Çîllerê guhdarî kir.

Di raporê de wiha tê îfade kirin “Gotina îrtîcayê di 1972an de ketiye belgeya siyasetê ya ewlehiya mîllî. Di dewra hikûmeta Refahyolê de MGK diyar dike ku talûka ewil îrtîca ye. Di wê dewrê de ji ber ku zorbatiyê li hikûmetê dike, îtîbara MGKê tê niqaş kirin. Dîsa di wê dewrê de esker li ser sivîl di her hêlê de xwedî însiyatîf e. Ev rewş jî li ser sivîl tirs û endîşeyê peyda kiriye.”

Di raporê de tê îfade kirin ku sekreteriya MGKê ji 1990an pêve, der heqê mesela Kurd de xebatên hareketên psîkolojîk meşandiye. Di vê çarçovê de bi hinek akademîsyena, xebatên zanîstî dane hazirkirin ku huviyet û nasnama Kurd, di nav mîlliyeta Turkî de bê helandin.

Her wiha hadîseya Sîwasê jî, di wê dewrê  de di nav kamûyê de wiha hatiye propaganda kirin “Grûbên şerîetvan vê hadîseyê derxistine. Dixwaznin li Tirkiyê pevçûna sunnî-alevî derînin.” www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.