Rapora Emrîka

Rapora Emrîka

“Yesaxa Tesetturê, Binpêkirina Azadiya Dînî Ye.”

Li Tirkiye hinek zulm û neheqî, heta ji teref welatên rojava neyê dîtîn û qebûl kirin, li Tirkiye zulum nayê dîtin. Yesaxa tesetturê jî ji vana yek e.

Emrîka rapora xwe ya derbarê azadiyan de yên 2011an weşand. Di raporê de hat gotin ku li Tirkiye li daîrên resmî û li mekteban, yesax û qedexekirina tesettûrê heye. Ev yesax jî, binpêkirina azadiya dînî ye. Rabûna te’deyên li ser mektebên Îmam Xatîban, gavên baş û biqencî hat nîşandan.

Di qismên raporê yên derbarê Tirkiye de, bal bi ser îada malên weqfên ekailiyetê hat kişandin. Hat gotin ku di vî warî de tazmîn û an jî îada ğeyrîmenqûlên weqfan, ji gavên musbet in.

Her wiha di raporê de hat îşaret kirin ji bo ayînên li manastirên Meryem Anaya li Selçûkê, Akdamara li Wanê û Sumela li Trabzonê, îzin hatiye dayîn. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.