Rapora Komkujiya Roboskî
Salek zêde bi ser qetlîam û komkujiya Roboskî ketiye. Lê hikûmet û komîsyona meclîsê, bi qasî bihostekê jî, di lêpirsînê de tiştek bipêş nexistine.
Salek zêde bi ser qetlîam û komkujiya Roboskî ketiye. Lê hikûmet û komîsyona meclîsê, bi qasî bihostekê jî, di lêpirsînê de tiştek bipêş nexistine. Ji komkujiyê heta niha tewra hikûmetê, tewra kerr û kor û lala ye. Komîsyon jî li guhê hikûmetê dixe.
Di qetlîamê de 34 gundiyên mezlûm hatin qetilkirin. Lê mîna ne welatiyên Tirkiyê bên, hikûmet dixwaze mesele bê jibîrkirin û qedandin. Komîsyona meclîsê, di heqê komkujiyê de raporeke bi 76 rûpelî amade kir. Di komîsyonê de, rapor ji mensûbên komîsyonê re hat xwendin. Li ber 3an bi 5an rapor hat qebûlkirin. Wê raporên bişînin meclîsê. Mensûbê komîsyonê yê CHPê Levent Gok wiha îfade kir “Di navbera otorîteya sivîl û eskeriyê de kêmaniya koordînasyonê hebûye. Di raporê de behsa tu mesûl û berpirsiyarî nayê kirin. Kê emir daye, kê dîmenên heronê nirxandine, îstîxbarat ji ku ve hatiye? Di raporê de behsa van pirsan û cewabên wan nayê kirin.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.