Rapora Narkotîkê Ya Tirkiyê

Rapora Narkotîkê Ya Tirkiyê

Zeîfiya Îman û Me’newiyatê Ciwana Teşwîkî Narkotîkê Dike

Rapora narkotîkê ya Tirkiyê hat weşandin. Rapor heta niha ya herî fireh e. Rapor li 25 bajaran, bi kesên muptelayê narkotîkê re bi şeklê rûbirû hatiye amadekirin.

Li gor raporê tê diyar kirin ku, derenca bikaranîna tiryakê, însan ditîrsîne. Lewra umrê bikaranîna tiryakê hem daketiye, hem jî bikaranîna narkotîkê zêde bûye. Li gor raporê, bikaranîna narkotîkê di nav mêran de, û di navbera umr û temenên 15-34 saliyan de zêdetir e. Her wiha di navbera xwendekarên mekteban de jî, bikaranîna mamulên titûn, esrar û ‘eraqê jî belav bûye. Li gor raporê hat gotin ku digel yesaxiyê jî, çandin û firotin û bikaranîna esrarê, pir zêde bûye. Di girtina meselên esrarê de, li gor 5 salên dawîn, ji sedî 140 zêdehî çêbûye.

Li gor pisporan gelek kesên muptelayê tiryak û narkotîkê, ji ber zeîfiya îman û me’newiyatê, niqaşên li malê, endîşeya ji pêşerojê, bêkarî û hevalbendî tiryak û narkotîkê bikar tînin.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.