Rapora Roboskiyê tê eşkerekirin

Rapora Roboskiyê tê eşkerekirin

Rapora Roboskiyê tê eşkerekirin

Enqere (Rûdaw) - Serokê Komîsyona Jêr a Qilabanê ya Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiyê Îhsan Şener, diyar kir ku rapora têkildarî komkujiya Roboskiyê hate amadekirin ji aliyê raportoran ve dest bi nivîsînê kir û dê di meha kanunê de bi dawî bibe û ji komîsyona jor re bê bê şandin. Şener, anî ziman ku rapora hate amadekirin ne di wê astê de ye ku saziyekê sûcdar bikin.

Serokê Komîsyona Jêr a Qilabanê ya Mafên Mirovan a Meclîsê Îhsan Şener, li Orduyê têkildarî xebatên komîsyonê de pirsên rojnamegeran bersivandin. Şener, da zanîn ku nivîsandina rapora têkildarî komkujiya Roboskiyê berdewam dike û beşên raporê yên encam û nirxandinê tên nivîsandin û wiha got: "Piştî nivîsandin bi dawî bû dê hefteya bê pêşnûmeyê bidin endamên komîyonê. Heke hemû heval tevlî encam û nirxandinê bibin, ji xwe wê demê nêrîna me hemûyan hatiyen nîşandin. Lê heke îtîraz hebin, kêmasî hebûn û nêrînên cuda hebin dê îtîrazên xwe bînin ziman. Ew texmîn dikim ku di nîva meha kanunê de em dê rapora xwe pêşkêşî komîsyona jorîn bikin. Yanî rapor dê di meha kanunê de ji raya giştî re bê parvekirin."

Di raporê de sucdar tunene!

Şener, bilêv kir ku rapora wan amadekirin di asta saziyekî sûcdar bikin de nîn e û wiha axivî: "Bi rapora me amade kir, hêvî dikim ku li Tirkiyeyê êdî bûyerên wisa pêk neyên û ji bo bûyerên wisa bên astengkirin têkildarî tedbîrên bên girtin û pêşniyarên me dê liber çavan bên girtin. Ez wisa hêvî dikim. Dîsa ez bawer dikim ku bi rapora me amade kir, bûyer dê piranî bê zelalkirin."

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.