Rêberê Cemaata Hîzbullah Edîp Gumuş, ji bo Şehîd El Arurî peyama şînê weşand

Rêberê Cemaata Hîzbullah Edîp Gumuş, ji bo Şehîd El Arurî peyama şînê weşand

Rêberê Cemaata Hîzbullah Edîp Gumuş, ji bo Şehîd Salîh El Arurîyê ku di encama êrîşa rejîma sîyonsîtan de şehîd ketîye peyameke şînê belav kir.

Rêberê Cemaata Hîzbullah Edîp Gumuş, di peyama ku ji bo şehîd Salîh El Arurî belav kir de, bal kişand ku şehadeta El Arurî û micahîdên dinê wê cîhadê pêşve bibe û wê dawîya rejîma îşxalê bîne.

Temamê peyama Gumuş WEHA YE:

“بِسْمِ اللهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ

Bismîllahîrrehmenîrrehîm

Înna Lîllahî we înna îleyhî racîûn

“Ji mominan hinek zilamên wisa hene ku wan ew peymana dane Xwedê bi cih anîne. Vêca hinek ji wan canê xwe feda kirin û hinek ji wan jî çavnêriyê dikin û peymana xwe neguhartine (li ser soza xwe man e). (Sûreyê Ehzab: 23)

Bila şehadeta birayê me Salîh El Arurî û birayên me yên li cem wî ên ku di êrîşa rejîma îşxalker a sîyonîst de şehîd bûne mibarek be. Ez ji birayên me yên micahîd ên HAMASê, Îsmaîl Henîyye, Xalid Meşal, Yehya Sînwar, Muhammed Dayf, Qehremanên Qessam, xelkê Xezze û hemû Fîlîstînê re; ji bo Salîh El Arurî û birayên me yên dinê ên ku şerbeta şehadetê vexwarine şîna xwe teqdîm dikim, ji bo birayên xwe yên birîndar jî daxwazîya şîfa lezgîn dikim. Bila Rebbê min cîhê birayên me ên ku şehîd bûne bilind bike, bila wan bike nav cenneta xwe yê fîrdewsê û bila wan ji me re şefaatvan bike.

Çawa ku şehîdbûna şehîd Şêx Ahmed Yasîn, Abdulazîz Rantîsî, Fethî Şîqaqî, Selah Şehade, Yehya Eyyaş, hemû şehîdên Quds û Mescîdî Eqsayê cîhada Fîlîstînê pêşve birine, ji ummetê re rih dane, şehadeta birayê me Salîh El Arurî û yên li cem wî jî ew ê cîhadê pêşve bibe, wê bi îzna Xwedê dawîya îşxalkerên sîyonîstan bîne.

Birayê we Edîp Gumuş.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.